Ezîz XemcivînGelek tawanên hovane rêkxistina bi navê Daiş (Dewleta Islamî) di çerxa 21ê de di dermafê mirovîniyê de kiriye. Gelek milet û bi taybetî Kurd ji Kobanî heta bi Şingalê komkujiyên bê hempa di dermafê me de pêk anîne.
Di berhêma giranbuha ya mamoste Dawid Mirad Xetarî de ko ew ji heft çerman pêk tê, qirkirina Kurdên Êzîdî ya fermana 74ê ya ko li herêma Şingalê û gundên wê bi destê xwînmij û dirindeyên Daişê pêk hatiye belgeh kirine.
Karê ko mamoste Dawid kiriye, dîdeyên kesên ji komkujiyan rizgar bûne, nivîsandina bûyeran û wêneyên kujtaran, axaftina jinên sebîkirî û liberxwedana şervanên çiyayê Şingalê, komkujiya gundê Koço, gorên komel, bobelatên ko bi serê zarokên Êzîdiyan de hatine, serjimarkirina cangoriyan û gelek tiştên din hatine nivîsandin.
Dawid Xetarî lêkolînerekî têkoşer e, dizane kîjik kêlîka ko
tekoşîna pênûsê pêwîst e delîve bike. Bi armanca xebatekê ji bo miletê
xwe û rûreşiya bêbextan ji cîhanê re diyar bike.
Ev berhema hêja ya
ko ez nabêjim gav bi gav lê bê guman ko piraniya bûyer, komkujî,
bêbextî, wêrankirinên ko pêk hatine, tawanên asta cînosayid û gelek
dîdeyên rizgarbûyan hatine belgehkirin. Dema min pirtûk dixwendin, ez jî
bi kesayetiyan re dimeşiyam. Min li wan guhdarî dikir, bi wan re
digiriyam, dibeziyam, çiqasî mixabinî ye eger cîhan di evê serdema
nûjeniyê, dîmuqratiyê, pîşesazî û pêşketinê de lê em weke milet, bê çi
mafî ne li evê dunyayê, heta bi bajar, gund û gundiyên me ji gurgmirovan
nayêne parastin!
Gelek bûyeran bala min dikêşandin, lê ya herî
dilêşîn ko em di nav koma dirindeyan de dijîn. Piraniya xelkên cîhanê
bi berçavkên herî tarî li me dinêrin. Di êrîşên hovane yên tiroristên
Daişê de ev tişt aşkere bû.
Mamoste Dawid gelek ronahî daye ser
kirdeyên wan ên kirêt, çawa ji mirovî bixwazin bivênevê ola xwe
biguhere, ji mal û gundê xwe derbikeve, zêr, pere û çekê xwe radest
bike!
Olguherîn an jî kujtin û talankirin, ev behaneya ha ya ko bûye
sedema tunekirina bi hezaran mirov, gelo ola Islamê wisa dibêje? An ev
dirinde her kirdeyên ko li gora giwêla xwe sîwana ola xwe li ser
vedigirin!
Ji zarokên di pêçekan de heta bi kalmêrên 90 salî û bêtir jî dikujtin.
Xanî
bi ser xelkên ko çi guneh ne kirine diherifandin, tî û birçî ew
dihiştin. Cîran, kirîvan û heval bûn, digel wan dixwarin, şevbuhêrk
dikirin. Dema Daişa tirorist hat hemûyan berê xwe guhertin, cil û bergên
olê li xwe kirin, bi ser de jî bûn emîr û desthilatdarî kirin.
Hin xelkên bêguneh yên ko ji neçarî bi dev bibûn misilman, sîxur li derdorên wan danî bûn gelo nimêjên xwe berdidin an ne!
Piraniya kesên ko di pirtûkê de dîdevaniya wan hatiye tomarkirin, wêne jî digel hene.
Kom
bi kom zilam li kamyonan siwar dikirin, berê wan didan çalên taybet ji
bo kujtina wan kolandibûn. Li wir ew peya dikirin, dest û çavên wan
girêdayî bi rêz dikirin û berê agirê tifingên xwe didan ser û pişta wan.
Ev kesên ko rizgar bûne, kelex bi ser wan de ketine, an jî şensê
wan di jiyanê de hêj hebû, eger ne ji hebûn û mana wan bûya jî, me ne
dizanî çawa û çilo ew komkujî çêbûne.
Destxweşiyê li mamostayê hêja Dawid Xetarî dikim, bi hêvî me ev pirtûk bêne wegerandin û li cîhanê belav bibin.
03.02.2024