Ezîz Xemcivîndevê te bi xwîn e!
Mendal im,
pêçeka min nepelîne!
Ji bo lêvên te ez ne þekirok im!
Menar im,
ne mircana li ser sînga porbiriþkan im,
nefela li biyabanê zordariya we me!
Ronahîyeka dîl im,
þeva Newrozê
bi pêçiyên rewanê firiyayî, ronî dikim!
Qeyser im,
ji burca Ezdayetiyê nagerim!
Pêlên mirinê, dest ji serê min berdin,
Zimanê min Kurdî ye,
tîpekê ji zimanê tundrewan ez nizanim!
Piyala janê me,
lê ez ne benî me!
Çinarê,
Newroz e zû ji dayika xwe re sê mûman hil bike!
Çinarê bilezîne,
nameya birîna kûr li ber bayê azadiyê berde!
09.02.2024
........................................................................................
Roja 21.03.2015 Menar(pêncsalî), Qeyser (dusal û nîv) û Esîr 36 rojî)
Tundrewekî
Daiþ hersê zarok bi kotekî ji dêya wan standin piþtî demjimêrekê ew li
dêya wan vegerandin, mixabin ew zarokên bêguneh jehir dabû wan, bê sûc
mirin!
Çinar (xuþka ji wan hersêyan mezintir) e.
Dayika wan bi
qîrîn û hawar êrîþ kir û pirsî te bo çî zarok kujtin? Keniya û got: Ev
diyariya Newrozê ne ta ko Kurdên gawir tenê ahenga herdu cejnên
misilmanan (cejna piçûk û a mezin ) bikin!
(Jêderê pêzanînê lêkolîner Dawid Xetarî, pirtûka Cînosayida Êzîdiyan) الباحث التاريخي - داود مراد ختاري dawd murad khatari