ew ceng tiştekî li pêş xwe nahêlin, mirov û keviran
jinavdibin,ji ber vê yekê pêdivîbû zanbûna guhertinê, wate û çawaniya
wê, ma ew ji bo nûjenkirina jiyanê û demukratîbûna wê ye an ew
derbirîneke li ser sernigûnbûn û lotikînê li paş ve?
Ji ber vê li
hember zordariya desthilatê bi hovîtiyeke berdêl têkirin, ne kêm pepûkî
ye ji aliyê zorkar ve, ji ber ku cengên çekdar ji berjewendiyên dewletên
herêmî û navdewletî ve ye, bingehekî ji kontirolkirina rêyên wê re
çêkiribûn.
Ew cengeke bi hevgariyê ve bindest e, van ricîman
dibin têde husteya pêkanîna cûreyên komkûjiyan (Komkûjiya Helebçe 1) (
Komkûjiya Hema2) û çêkirina aloziyan û belavkirina hingemeyê (
Serbestberdana ricîma Sûrî ji girtiyên Islamî re dema vêketina bayê
gelerî li Sûrî 2011) li gel wê tundî û dijtundiyê ( Ricîm û dijberiyê)
dihêle xelk di nav deryayeke xwînî de melevaniyê bikin, gunehên yên
berve saman, desthilatî û gendeliyê de diçin aşkere dikin bi rêya çûna
berdewam û rabûna li ser xwestekên xelkê û mafên wan (hevdûgirtina Sûrî
3.)
--------------
1- Komkûjiya Helebçe: hêzên ricîma Îraqê li hember Kurdan li bajarê Helebçe ya Kurdistanî li başûrê Kurdistanê 1988 pêkanîbûn.
2-
Komkûjiya Hema: komkûjiyeke di Sibata 1982 de çêbû dema hêzên bejî a
Erebî Sûrî û bêlûkên Piştevaniyê bajarê Hemayê dorpêçkirin li gor
fermanên serokê welêt Hafiz Elesed 27 roj ew dorpêçkirin berdewam kir ji
bo qirkirina raperîna Elixwan Elmuslimîn li hember dewletê.
3- Hevdûgirtina Sûrî ji hêzên şoreş û dijberiya Sûrî ew hemahengiyeke ji komên dijberiya Sûrî pêkhatibû.
Û
di bin siha windabûna dîtina cûda de kom bê rêber diçin û ji hevdû ve
mîna libên tizbiyê belavbûyî belav dibin,li benda kî wê bi rêve bibe, bê
ku alavên rêveberkirinê binasin, di bin siha nediyariya guhertinê lê
pala xwe dide li ser ramanê û çalakirina ji rêveberkirina wê ve bi
rengekî kirdeyî ve bi rêya gotûbêja bi mêjiyan re û şiyarkirina wan ve
bi rêya têgihiştina wê ji sirûştiya rewşa wê ve, li gel wê civak
derbirîneke ji rengê sîstema desthilatî re ye dema di dîmenê wê de
rewşekî diyar dibe têde maf û erkên takekesan tête daqurtandin, ji
sedema bikaranîna tirsê mîna alavekî ji derbirînê li ser sertiyê ve, wê
çawa mêjî rabibe û zo mezin bibe bin siha kêmanî û pêdiviyê, lê bê guman
ku qonaxên mirov a yekem ta radeyekî mezin kesayeta wî ava dikin, ji
ber ku fişara civakî û hestbûna bi sêwîbûnê ve û kêmaniya mezin ji
nermiyê re dikare kesayeteke bê par têkçûyî ava bike , derdê êş û
pêrewiya mezin berve tundiyê bikşîne û ev yeka dihêle hestekî ji
tolhildanê ve diyar bibe û gera li ser mafa a windayî bi rêya xwestineke
dijwar ve ji xwestina wê re bi rengekî nankor û çavbirçî ve.
Ew
yeka dihêle kiryarê gunehbariyê carcaran durist bibe, û xwedîkirin dibe
amana bingehîn e ji pêşwazîkirina hemî reftar û kiryarên yên zarok wêna
dimêtê ji destpêka çêbûna wî ve, tewrîvanên çepgir dibêjin ku sermedarî
ew tekbare yê divê li hemberê wê şer bête lidarxistin bê ku bibêjin ku
totelîteriya navendî ew kargeh û bingeha sîstema hebûna wê ye û divê
pêşî bête jinavbirin û guhertin, ji ber ku navendiya totelîter ew
naveroka sermedarî a bingehîn e ji çi hilweşandineke civakî a hatî re .
2- hewildanekî ji têgihiştina koçberîbûnê Seyrbûna
mirov ji tiştekî re ji derveyî tiştê ku di destê wî de ew dihêle ku
zêde biêşe, ev yeka me dihêle em vegerin felsefa Hindî a banga têgeha ne
girêdanê kiribû, dema gotibû ku derd çêdibe dema mirov bi tiştekî ne a
xwe ve tê girêdan, em dikarin wisa rêwîtiya mirov di nav koman de bi
derbasbûna xwe ve li qonaxên çêbûna wî vegerînin ,ku ew serpêhatiya
girêdanê ye, û têkreçûna têgihiştina wî ku ewê din bi me ve ne girêdayî
ye ew tiştekî ne diyar e ji derveyî refê takekes ve û çûna wî ya
xweserî û xwesteka wî ji girêdan û pêketinê re, ji bo nîgarkirina rewşa
têkiliyeke jiyankirinê armanc dike, ji ber ku di bin siha wê civakê de
,em azadiya biryarê dibînin ku ne diyar e ji henas re di bin siha
ricîmeke nêrîtiyê de, xuristiya ramana a jiyanbûyî ew ê qelşanê kûr
kiribû bi sedema harbûna hêmanên tirs û pêdiviya dijwar ve di navbera
tofên civakî de, ji ber peywendiyên mirovî bi têkreçûn û qutbûnê ve
bindest in,tirs ji şadiyê ve û dûrketin ji gera li wê , ev yeka wateya
wê ketina di lawazî û hingemeya henas de ye, li gel wê zoreng natebite, û
di vir de kêşeya azadiyê aşkere dibe,li gel wê yaseyên sert ên mêjiyên
takekesan dişon û wan dihêlin bê can û mirî bin an mêrên rîbût bin,
nikarin çi guhertinê pêkbînin,tenê têkreçûn û awanteya a ku hişên yên li
ser her tiştî serdest aşkere û nehêne dike, li gel wê ramanvanê Rosî
Nîqolay Eliksenderûftş Birdayif dibêje : ( Çi tiştê ku ji civakê ve
dertê nêzî koletiyê dibe, lê çi tiştê ku ji giyan ve dertê banga azadî û
derperînê dike.) û bi vî rengî ve em gotinê wî dibînin berztir dibe di
rewşa vê civaka dorpêçûyî de bi bend û baskên xizanî û milhûriyê ve.
Bê
guman ku wêjeya zîndanan (Şeytanok- Mistefa Xelîfe) nûnertiya
diyarkirinekî ji rewşa zîndanî a deronî re dike, li pêş lêdan, işkence û
kişkişandinê yê ku ew wan jiyan dikin û ew fêrîkirineke ji aliyê
deroniya wî re ye, herwiha hestbûna xwestina mirinê bi sedema azarbûnê
ve ye, an çi tiştê ku êş û bindestî û tirsa heyî radiwestîne, berhinde
ji êş re qonax û çaxên berve bedkariyê li kirêtirînê radibin ta tiştê
herî bi saw û bi dînbûn ve, li gel wê azarbûna pîroz heye a ku di deqên
olî de diyar dibin bi rêya gotûbêja soz û gefdanê ve , li gel wê tiştekî
ji hestbûna bi azadiya xwedayî bi saw ve nîne ji ber ku tê pesindan bi
rengekî bi bandor ve dikeve di hest û hizrê kesê pêşwazker yê bawermend
de ta li wî pêdivî bike ku bitirse ji bêzariya a di jiyanê û piştî
mirinê de. (Azariya gorê û Dojehê.)
3-Bandora cîgeha nû li ser niştecîEm
peywendiya niştecî bi cîgeha nû re dibînin ku bi temamî ve cûda ye
ligel cîgeha a ku lê nû penageh dibe, bi sedema bêhoşiya wî û xastina
wî ji mîl û helwestên demborînê ve, ji ber ku guhertina têgeh û reftaran
pêdiviya xwe bi demê ve heye,ev ji bo kesên bilyan in ên ezmûnên bi êş
ve berî penaberiyê jiyabûn, lê ew nikarin bibin beşekî xuristî ji civaka
nû di derbarê têkelbûnê de, eger em wan bi zarokan ve daneberhev
bikin, zarok zo têkel dibin bi awayekî rehet û hêsan ve.
Reweşt
fermandariyê dikin li ser wan kesên ên zehmetiyên têkelbûnê li cîgeha
nû dikşînin, ev yeka ne bi pêwîstî ve mirov bighîne encamekê bi çêbûna
qayimbûnekê ji yekgirtinê ve bi xuristiya welat yê lê ew kes têde
niştecî dibe, têgihiştina mirov bi palpiştbûn li sirûştiya vegûhêztinên
wî ve û şîrovekirina guhertinan li gor rewşên bandorbûn û bandorkirinê ê
jîndarê mirovî wana pêşwaz dike bi sûd in ji bo diyarkirina peywendiyê
di navbera mirov û erdnîgariyê de bi rêya pevxurîna wî bi kesayet û
alavan ve û wergirtina wî ji serpêhatiyên sûdmend re û beşdariya di
avakirina kesayeta takekes de û avakirina zanîn û berketiyên wî bi rêya
peywendiyê bi derdorê re,lê ev yeka ne hêsan e ji xwedî serpêhatiyên
hevgarî ên serkotkirineke desthilatî û civakî di eynî demê de jiyabûn,
ev yeka rolên têkelbûna wan di cîgeha nû de asteng kiribû, li gel wê
komên serpêhatiyan ên takekesên penaber werdigrin sînora pêkanîna wan ji
şopandina mercên guhertinê re ligel rewşê sînordar dike, li gel wê
serguhabûna ramanî , wijdanî û viyanî di bin siha derdora nû de bi
rengekî xwebexş pêknaye, li gel miqatebûna bi takekes ve û şîrovekirina
paldarî û kiryarên wî ji ber ku gelek girîng e ev yeka ji bo naskirina
aliyê nehêne ji kesayeta wî ve, ya armanca jiyaneke baştir dike, lê
rikeberiyên rewşê û bendên jiyanê û fişarên wê ,herwiha çendayîyên ên
rolekê ji nîgarkirina nîşanên jiyana mirov dilîzin mirov birêve dibin ji
gîhandina rastiya a dibêje ku mirov lawê wan xêzên bêçare ne û ew li
ser rehniya xuristiya rewşan mirovekî ne azad e û azadî dimîne nîgaşek,
hizr mijol dike û pir caran ne xuya ye, wateya wê çi ye?
Çawa mirov pê şad dibe bi awayekî giyanî an daringî ve!?Ev
pirsînên yên di hizrê takekes de dilivin di dema gera wî ji bo
penageyeke aram ta têde bijî, cîgeheke ku têde bê tirs û metirsî
tevbigere, lê metirsiya mirov timî di hizr de dimîne , dema hebûn tune
dibe û mirov dîlgirtiyê demborînê dimîne bi helwest, bûyer û bîrovebûnên
wêna li ser henas ta demekî dirêj ve .
Takekes timî di bîranîna
demborînê de ji reftarên xwe ve qutnabe, bi taybetî ve eger ew
demborîn têde saw û têkreçûn hebe, ji ber ku lêdanên yên derbasî takekes
dibin bi demê re neman nabin, lê di ne hestbûnê de cîgir dibin û tevlî
koma sêwirên takekesî dibin,di hundir de dimînin, di nav xwe de
dijîheviyan hembêz dikin, dema takekes bîra erdê dike, hewayên hêdî ne
rêncbûyî dibin pêşkerekî ji jiyaneke baş re, têde geşbûn û ferehî gelek
peyda dibe, bi vî rengî em dikarin takekesê penaber têbighin dema xwe li
dor zincîrekê ji helwestan dipêçîne wî hîşt tebitî be û li dor demsalên
demborînê û peywendiyên wê pê re bizîvire, bi awayekî dudil ve, ew
metirsî parçeyekî naye veqetandin ji henas ve, dihêle hensa fêrî sêwirên
xwe bibe, vekişîna berve ez û dûrketina ji nakokiyên din ve bi wê re,
tenahî hîşt bibe nanê jiyanê a bingehîn, ji bo em henasê binasin divê em
têgeha piran di navbera din de saz bikin, ji ber ku reqbûna a ku
penaber bi ê din re dijî wî dihêle tam ji aramiyê qut bibe, û jêre
xuyakirin dide ku jiyan tenê şeytanokeke li ser xwe ve dizîvire , rastî
çi ye?, bi rêya tiştê ku mirov ji jiyana xwe dixwaze tê berketin,ango
tiştê wî dihêle geş bimîne û wateyên ferehiya cûrbecûr bijî.
Serpêhatiyên
mirovan encameke girîng in ji takekes re ji bo bikaribe henasa xwe geş
bike bi rêya guhertinên girîng di derbarê pêşveçûna kirdeyî de,
têgihiştina vê yekê alîkariyê dike ji bo têgihiştina zikmaka rastiyê bi
palpiştbûna li ser seyarana girtinheviyê ji bo baştirînê.
4-Nasnameya serketî di rû nasnameyên barketî deCengên
nasnameyan bê guman di her cihî de û ji derveyî sînoran ve diqewime,
lihevketin di kokên xwe de kêşeyekê radike naveroka wê hewildana
desthilatên netewî a navendî ji binyadkirina girtinheviyên navxweyî ên
gerentiya hebûn û serdestiyên wê di dewlet û civakên xwe yên resen de
didin, li gel wê em Tirkên alîgir ji rêbaza Islama siyasî re a ku (
Erdoxan 1 nûnertiya wê dike) dibînin tevî ku gelek ji alîgirên wî li
Elmanyayê jidayikbûn e di nav derdoreke demukratîk de ku bi maf û erkan
ve bawer dibe,lê ew tevî vê yekê şêwaz û nerînên netewî ên teng a li
hember her tiştekî demukratîk derdikeve weşan dikin.
Ew nakokiya a
cîgir di nav vê tofê de ,şopîner li matmayîbûnê dehf dide, ta bipirse
li ser dûsereyîya ramandinê, eger tu bi milhûrekî desthilatdar ve bawer
dibî û li pey wî diçî, çima venagerî û li welatê ku ew têde serok e
najî!?, dewsa tu bi binemayên yeksanî û demukratiyê ve li van welatan
şad dibî?!!.
Welatê ku ew têde mezin bûn e û bi civakên wê re
têkelbûn e, çawa em dikarin vê şîrove bikin û vê cihêbûna ramanî
têbighin dema tu piştgiriyê milhûrî û navendiya dewletê dikî di eynî
dema tu li welatekî li ser bîngeha sazî , ricîma yekbûyî a ne navendî û
yaseyê avabûye de dijî!
Ev yeka me dihêle em agehdar bibin
sengerkirina parastvanê nijadperestiyê bi ramaneke li hember jiyanê û
hevjiyana hevbeş napejirîne û li hember nerînên cûda tekoşînê dike ji
berjewendiya yekalîbûna nerîn,raman û gelemperatiya wî.
Em cengên
nasnameyê dibînin mîna bersiveke ji suriştiya girtinheviya mirovî dema
bi rêve diçe ji bo parastina taybetmendiyê bi rêya jêbirina
taybetmendiya ê beranber ve an pişaftina wî di nav xwe de, li gel wê
zorenga nijadan li ser nankoriya malgirtinê derbirîn dike,dagirkirina
erdnîgariyê, hatinên xwarinê, gaz û avê .
----------------------
1-
Receb Teyib Erdoxan 26.02.1954 hatibû dinê, siyasetvanekî Tirkî ye û
serokê duwanizdemîn e û niha ye ji Tirkî re ji sala 2014 ve.
Ev
rê dide aliyê serkeftî ku destê xwe deyne li ser samanê, wê hilîne û
anîber bike li ser hesabê stûxwariya nasnameyên biçûk ê helistên
bergiriyê li cem nîne taku bikaribe li berxwe bide, ji ber ku navçe bi
girtinheviyan ve cîteng bûye, û li ser nanê diljêçûnê jiyan dike,
berdêla vê yekê pêkanîna pirojeyên têkoşîndar û jînî û vexwendina li
civakeke zanyar ,xwesteka karê sazmanî dike mîna destikeke rizgarbûnê ji
cenga nasnameyan a vala, eger agirên cengên gewdehî û devên agir û
gullebaranê rawestin, lê wê bi hêsanî şopên agirên gûrbûyî newe
jinavbirin, ên bi xwe re heznekirî û kînê tînin, û li ser tê avakirin ji
aliyê ew ricîma a ku bi movikên dewleta Tirk ve ji damezrandina wê ve
girtî ye, li ser bingehên nijadperst û totelîter çi nirxî ji netewên ên
pê re dijîn nade, serweriya nijada Tirkî û binyadkirina wê mîna çandeke
bingehîn li dibistan, peymangeh û zanîngehan û kûrkirina daberizka ez û
bişanhildana diljêçûnê bi rêya vê yekê, kûrkirina girsbûnê di ez de li
cem nijada tirkî bi fermaneke desthilatî ve nûbûyî bi rêya hatina
ricîmên faşî, ew xatirkariyeke ji tewriya hêz re ye, û kolekirina
pêkhateyên lawaz, rûtkirina wan ji rabûnên hebûna xwe re,ji erd,
nasname,ziman û şopên şaristanî ve, pişaftina rêzimanî ê ricîmên Tirkî
pêkanîbûn gerentî dabû ji pişaftina gelê Kurd di nav zimanê Tirkî de,
gelek hatibûn e pişaftin, nikarin dûbere li zimanê xwe miqate bin, an
nirxekî baş û
rastîn bidne zimanê xwe, bi bihaneya ku dem dereng ket û
êdî nema ev yek çareser dibe, an bi rêya bihaneyên ne girêdayî bi
pêwendiya ziman bi hatinrêzê ve, û wisa em dibînin ku rewşa xemsariyê
hatibû dîtin mîna hewildanekê ji bo hembêzkirina pişaftinê an
pejirandina û rewakirina wê, ev yeka dibû ji alavên serkeftina qirkirina
rewşenbîrî, li rex hewildanên dewleta Tirk ji roxandina kevineşopên
dîrokî û konewarên şaristanî li bakûrê Kurdistanê (Hesekêf) wek nimûne
û kevineşopên li Amedê ya kevin (Diyar Bekir- Taxa Sûr) û wêrankirina
kevineşopên (Eyin Dare) li Efrînê, ji derveyî paşguhkirina wêzimkarî li
navçeyên Kurdistanî û belavkirina Islama kevinşopî têde, binyadkirina
rewşa çetîtiyê a bi saloxgeriyê û artêşa Tirkî re hevkar e ,herdû gelek
kiryarên wêranker li hemî deverên Kurdistanê pêkanîbûn, ji bo bazdana
xwedî war û valakirina navçeyan ji xelkên wê ve û koçkirina wê ya
berdewam bi aliyê bajarên Tirkî a mezin ve û hîştina Kurdistanê
paşgukirî wek kavilên bêkesmayî, ji ber vê yekê armanca tewriya hêzê ew
guhertina kiryarê di derbarê takekes û koman de û ger bi cengên derveyî
ve û qirkirinên gewdehî ve dewlet avabûn wê pişt re bête veguhêztin li
qonaxa miqatebûna ji bermayên van cengan ve di civakê de, bi çandina
tovên têgeha serweriyê ve li ser jîndarên lawaztir, gotinekî oveye bicî
dibe naveroka wê ku( hêza wan pêkhateyên lawaz û bindest xurtir bû wê
rikberiyeke metirsîdar li ser dewleta netewperest a bi hêz ve bikin), ma
çawa dewleta Tirk hebûna xwe mîna neqşeyeke siyasî parast!?, bi rêya
kirîna kesan bi pereyan ve , ji nêzikirina hinek rêvebirên êlên Kurdî ve
(Hawarxwastina Eteturk ji axeyên êlên Kurdî ve di dema cenga serxwebûna
Tirkî de) an bi rêya kuştin û serkotkirina şoreşan ve (raperîna Şêx
Seîd Bîran sala 1925 pişt re serhildana Seyid Rîza 1937-1939), bi rêya
ajotina êlên alîgir ji dewletê re li hember van şoreşan û ev kiryar tê
nûjenkirin ji aliyê neviyên Toranî ve ta roja me ya îro ( çeteyên
parastvanên gundan li hember partiya karkerên Kurdistanê.)
Ji ber
vê em tekoşîndariya nijadperestiyê mîna kedekî zehmet dibînin dema
dewlet mîna alavekî parastî jêre be, wî ji hewildanên gewirîn û
serkêşiya cemawerî diparêze, ta bibe destûr û rêyeke jiyanê, bobelat û
cengên navxweyî ta dema dûr bi dû xwe ve tîne tevî ku cîhan bûye gundeke
gerdûnî biçûk ji pêşketina destikên xweşî û peywendiyan ve, lêbelê
ramanên netewperest têkneçûn, lê têne çalakirin û xwarinkirin berdewam
in (Rasta Millî li Ewrûpayê) û dehfandina cemaweran ji lêketinên vala
ve bi dawiyê ve hatin û xêrên wê neman dibe, ji ber vê yekê kedên dikin
di rû bivveya derbasbûna tewriya netewî û kirina wê mîna sedema
parçekirinê hîn têr nake bi taybetî ve ku desthilatên xwedî moreke
totelîter li hember çi hewildaneke demukratîbûnê li hundirê wêlêt an ji
derveyî sînoran ve radiweste, mînaka vê yekê tiştê ku Îran û Tirkî dike
ji guhertina rê û aliyê van şoreşên rojhilatnavînî ve û xwarkirina wê
berve xefka Islama siyasî bi herdû şaxên wê yên Sinnî û Şêî ve, lê
hewildana zorkariya fermî ji dewleta serkotker re ji bo bicîkirina
xwesteka cûdaxwazî an serxwebûnê diyar e bi rêya pêngavên tunekirin û
paşgukirina gellan yên dijberiyên siyasî ji van ricîman re eynî rêbaza
desthilatê bikaranîn li hember pêkhateya Kurdî bi rêya berdana roparta
serketinê, tiştê hîşt xwesteka cûdaxwazî an serxwebûnê xwestekeke
lezlêkirî û serkeftî be dema ku bi xwestekên navdewletî re lihevhatî be,
ji ber ku rastiya dîtina civakeke demukrat pêknaye di bin siha hebûna
zorkariya fermî ên van dewletan pê êrîş dikin û di navbera hevdû de timî
li ser piştrast û erê dikin tevî çiqas nakokî û rewşên aloz, ev yeka
jî derî vekir ji destwerdanên navdewletî û zorengên herêmî re ê bêhtir
gelê Kurdistanê buhaya wê ya giran dida.
5- Tekoşîndariya nijadperestiyê û berzbûna civaka zanyarpîşesaziya
azadiyê bi rengekî kirdeyî ve bi şoreşa mêr û jinê ve girêdayî ye di
eynî demê de, û rêbaza zanyariya rastîn ew ji bo jêbirina kêmaniyê û
hestbûna bi jêrîtiyê ve li pêş yê serkeftî an serçûyiya hilgir ji
reftarên desthilatê ve yê pê hatinrêzên xelkê dixe di bin gefê de, divê
ew şoreş bê têgihiştin pêşî ji pêdiviyeke bê sînor ve ji ezgerkirina
mirov ve ta dûrî kêşeyê girêdayî bi bîrdozkirina wî ve be li gor rêbaza
desthilatê.
Berketina me ji kêşeyên kûr ya civakê ve û baweriya
me bi sûdê guhertina wê û rakirina jêrîtiyê ji ser jina rojhilatnavînî
ve dibe sedemekê ji zayîna ramanan re û avabûna kesayeta ne pêrew , ji
ber ku takekes pêşî li dayika xwe dinêre, mîna mînakekê di destpêka
çêbûna xwe de, û li alava desthilatdar a sert dibîne çawa ku dixebite ji
bo perwerdekirina mirovan li ser rageha şiyarbûn û tirsê , bi mebest ve
hizr mijol dike bi rêya bêkarî, xizanî û paşgukirina wêzimkariyan û
belavkirina gendeliyê mîna rêyekê ji belavbûna hingemeya civakî ve, ji
ber vê yekê em zanyarên mêr li rex zanyarên jin dibînin parçebûyî , ji
hevdû cuda ji bo çarenivîsê xwe dixebitin, çi sazî wana nacivîne û derdê
parçebûnê dikşînin, ev yeka jîniya netewê lawaz dike, wê dihêle di nav
dabeşbûn û parçebûna xwe yê siyasî de be, yên ricîmên totelîter li wan
bi rêya tirs û kirîna kesan ve sepa kiribûn.
Zanyarê azad bi
kirdeya mehnedanînê û vexwendina ji tekoşîndariyê ve bawer dibe mîna
rêyekê ji şiyarbûna tirsokan ve, û sazîkirina naverokekê ji pirojeyên
yên dikarin ji takekesan re bosteke fereh çêkin ji bo rabûnê.
Rizgarkirina
ji hestê kêmaniyê li cem jin û mêr ve bi rabûna zanyarên jin ve destpê
dike ên dikarin erkên çarenivîsî bi zanyarên mêr re parve bikin ji
rêvebirina civakê ve û perwerdekirina nifş li ser rageha azadîbûna
takekesî ji desthilata bîrdoziya partîtiyê an desthilatiyê ve di qata
bilind de bi rêya pesindana zanyarê azad û beskirina bişanhildana tek
serokî ji bo berhemdana serokên ên wêzimkariyê dikin û bêdeng dixebitin.
Malgirtina
bîrdozî ew hewildana darjêdankirina dilniyabûnê û ciwanîkirina wê bi
raçête û dagihêjîtinan ve pêrewîkaran hewil didan cilê rastiya a gumanî
pê nabe lêbikin, di dema ku zanyarên jin û mêr li hember van hewildanan
ji kevin ve radiwestin, gelek ji wan jiyana xwe jidestdabûn li pêş
dadweriyên soraxvanîkirinê ên bi husteyî ve wana azar kiribûn û berhemên
wana sotandibûn, eger çendîn şîrovekar xwestin desthilatiyê ciwan bikin
û cilê çaksaz û feylesofan li wana bikin lê ew bi serneketin.
Mildana
cemaweran bi koratî ve ji pirûpogandeyê serokê birêz û pendiyar re
binyadkirineke ji gendeliya giyanî ye û reşepêşkirina ramanî re ye bi
rêya rewakirina mildanê û kirina wî mîna erkeke niştîmanî, herwisa
zanyar di metirsiyeka mezin de dimînin, tên e dabeş û parçekirin û
zehmet dibe anîna wan li ser peyv û nerînekê, beşekî ji wan dibin
pirojeyên pêrew tenê gotinên xweş dibêjin û dibin layîngiriya desthilatê
tevî (diljêçûna wanî veşartî jêre), beşekî din bi giştî ve dûrî dîmenê
vedikşin bi rêya koçkirina ji welêt ve an bêdengiyê an carne serserîtiyê
dikin bê hemahengî an pêkanînên ku karibin guhertinê pêkbînin, kesê
çevsênîbûyî bîra xwe bi xwe re radike eger berî xwe bide ku derê, bîr
dibe amaneke hemî dîmen û bûyerên mirov kurtas dike di hundirê welatê
xwe de bi taybetî ve qonaxên çêbûna wî ya a yekem, ji ber vê yekê yek
dibêje ku cîhan tevî ku di warê erdnîgariyê de bête dabeşkirin di
navbera rojhilateke giyanî û rojavayekî hişmend de lêbelê hatina koman û
tevderbasbûna wan bi hevdû ve wê erdnîgariyê tebitî nehêle û ne jî
çavkaniyên zanînê lê wê her tiştî bimîne di nav têkelbûnê de , ji ber vê
yekê em guhertinên deronî dibînin ku berve vebûnê di navbera çandan de
çalak dibin, ta erdnîgarî bimîne bin siha şoreşên pêwendiya civakî
(Fêsbûk,Tiwîtter,Instagram , Youtûbe û Whatappê ) li pêş hemî hatinrêzên
nû wê vekirî bin , wê ropartên nijadperst nikaribin têkelbûn û
hevdîtinê sînordar bikin.
Desthilatbûna a li ser civakê pêkhatî,
tenê jehrên xwe di hizrên takekesan de berdide ta wan bike qurbaniyên
lîstoka rev û bazdanê ji rewşa lêketinê ve.
Nijadperestiyê mîna şepêleke ji aliyê hevjiyana hevbeş ve nevêtî dibe .
Ew
ji bermayên ceng û girtinheviyên navxweyî ne ên di navbera pirkes û
kêmkesan de çêdibin, şopên xwe yên deronî di hundirê xelkê de dihêle ,ên
rastî serkotkirinê tên, dibe ku koçberiyên ên ji zorkariya siyasî ve
encam didin bi rastiya rabûna nijadperestiyê ve peywendîdar be, mîna
binemayeke jiyanê partî an dewletên ên li berbijariyên mezintir û
destketiyan digerin lê xwedî derdikevin, di baweriya xwe de ku ew xwedî
bişanhildana dîrokî ne û timî ji serdariyê re di her çax û qonaxekî de
şiyandar in ,ew komelbûyîn mîna hewayeke lihevhatî saz dike ji bo rabûna
nijadperestiyê û hestbûna bi cûdabûnê ve ji rengên civakî yên heyî re,
herwiha dibe metirsî li ser çand,desthilat û navendîbûna fermandariyê.
Tirsa
Tirkan ji kurdan ve ji baweriyekê ve pêktê ku Kurd metirsî ne li ser
welatê Tirkiya yê ê ku beşekî mezin ji erda wanî dîrokî ve li gel
dewletên cîran hembêz dike , ji ber ku sabara Kurdistanî mîna şevpestek
e li hember wê û divê pîlanên berdewam bêne amadekirin li hember
hewildanên wê ya berdewam, ji ber vê yekê nijadperstiya rojhilatnavînî
dijminê demukratîbûnê ye û piştgirê dewleta netewperest a saloxgêrîtî ye
, ê timî ol bi awayê xwe yê ragehî ve bi xwe re têkel dike mîna
destikekê ji fermandariyê re û gerentîbûna pêrewiya bêhişan bi rêya
dergeha Islama siyasî ve.
Nijadperestiya Ewrûpî bersivek bû li
hember penaberên ên di welatên wan de niştecî dibin, mebesta min ew
nijadperestiya nûjen ê her û her hêdî hêdî bi derbasbûna demê ve bilind
dibe, bê guman cenga navxweyî li Sûrî, girtinheviyan ji derveyî sînorên
wê ve şiyar kirin, ger li Tirkî an Îran an li cîhana Erebî û welatên
Islamî bi giştî ve ên derdê xizanî,gendelî û bêkariyê dikşînin.
Ew dibûn naverokeke dewlemend ji rabûna komên Islamî re yên sînoran derbas kirin .
Çûna
bi aliyê tekoşîndariya nijadperestiyê ve di zanîna zimanan de û
peywendiyê ye bi gellan re ye, li gel wê ramana parçekirina xelkê di
navbera tofên bilind û nizm de xwestekeke rêbazbûyî ye ji bo rêvekirina
li pêş girtinheviyê û bergekirina wê bi awayekî bîrdozî ve, ta bibe
rêyekê ji dagirkerî û serdestbûnê re bi rengekî hêsan ve, ji ber ku çi
bihaneyeke hişmendî ji gotinê wî Elmanî re nîne dema Êmanoêl Kent 1
1724-1804 dibêje (wekî zêdekirina li ser tewriya wî ya zanyarî ve bi
dabeşkirina zayendên mirovî li gor reng), gotibû ku zayendên bêhtir jîr û
pêşveçûyîn û beşdarbûn ji avakirina şaristaniyan re ew zayendên sipî
ne, pişt re zayendên zer tên ,dûrre reş lêbelê zayendên sor û hindiyên
sor û gelên parzemîna hindî mîna bedtirîn zayend tên ji aliyê jîrbûnê ve
û kêm pêşdikevin li gorî derbirîna wî!.
Feylesofên pêrew ji kar û
barên desthilatên xwe re timî bihane didabûn e wan ji bo xwe berfereh
bikin û serweriya xwe berdewam bikin.
Em yê Engilîzî Dêvid Heyom 2 1711- 1776 dibînin dema dibêje bi dûrxistina nijadên ne Ewrûpî ve û wisa diaxive :
( Ez qet guman nabim ku reşik û hemî çûreyên mirovan ew di xuristiya xwe de ji mirovê sipî ve jêrtir in.)
Yojîn
Fîşer 1874-1967 banga paqijkirina mirovan û kuştina dilovan ji seqetan
re û qirkirina Cuhûyan kir, van helwestên tarî ji binî naghe rastiya
mirovê zanyar, lê bervajî gemiya mirovahiyê û aştiya afrênerî diçe, ê
mebesta min bi wê avakirina stûnên huner ,pêşesazî û afrêneriyan ji bo
jiyana mirovî a yeksan û pêkanîna geşepêdanê ji bo xêra hemî qat û
bijardeyan û parastina destketiyên mirovê hişmend li hemî deverên hebûna
lihevhatî.
----------------
1- Êmanoêl Kent: Ew
fêlesofekî Elman e ji çerxê hejdemenîn e 1724-1804 , jiyana xwe hemî li
bajarê Kunisgbêrg li şanişîna Birosiyayê bihûrand, ew dawî fêlesofên bi
bandorbûn li ser çanda Ewrûpî a nûjen.
2- Dêvid Heyom: di 26
Nîsanê sal 1711 de jidayikbû û di 25 Tebaxê sal 1776 de koçkiribû,
fêlesof,dîroknas, û aborînasekî Iskutlendî bû û kesayeteke girîng bû di
felsefa rojavayî û dîroka ronakbîriya Iskutlendî de.
Ewrûpa
ramana ne jinxwaziyê bi gellên din re derbas kiribû, bervajî gotina ewê
Ferensî Arthir Gûbîno 1 1816- 1882 ê guman dikir ku tekelbûna nijadan û
jinxwaziya wan ew sedemek e ji têkçûna şaristaniyan ve dema dibêje : (
Arîbûn têkdiçe bi rêya têkelbûna bi hunerên reşikan ve.)
Em îro
têkelbûn û pirbûna çand û şaristaniyan dibînin ku hinira raberî,raman û
berzbûnê li cîhana bê bend û sînor berdide , li gel wê zanyarê Birîtanî
Tişarliz Darwin 2 1809- 1882 di pirtûka xwe de (zikmakê çûreyan) dema
tewriya xwe pêşdebiribû û nexwest xelkê di navbera tofên bilind û jêrîn
dabeş bike, ji ber vê zanyarên ên berketin û raberiyên xwe ji bo civakek
e zanyar bikaranîn ewê yên di xwe de taybetmendiyên ku wana dihêlin
hebin û serbikevin bi wê xweşrewş dibin, lê ew tofên ku bi jehrên
tundirewiya olî û netewî ve têkçûyî timî bi tembelî û jêrîbûnê ve
bindest dimînin, ji ber dibin barekî zêde li ser heyînê, dema li ser
diljêçûn û nijadperestiyê û xewinên serketina diravî a nijadî dijîn, ew
rêberên dirindîtî ,kuştarên giştî û koçkirina bi zorê ne, nikarin
têkelbûnê bi giyaneke nûjen ve têbighin, ji ber ew ji zanyariya a ku bi
rewişt ve yekbûyî ye dûrketibûn.
Hebûn tenê ji zanyarên jin û mêr
re ye ên li pêş rêya xwe astengiyan radikin û bi binema yekîtiyê di
navbera jin û mêr de bawer dibin, bê pêrewî û kêmîtî, ji ber ku hebûn
para afrêner e û ev yeka rizgariya hebûnê ye û dawiya desthilatî û
pilana li ser mêjî ji dergeha sazkirina tirsê ve.
Netewhezên
rojhilatnavînî ji Ereb,Faris û Tirk û jibilî wan gelên ne li gor xwe
mîna çeteyên girêdayî bi derve ve dîtibûn û divê bêne hilkirin,
serkotkirin an pişaftin li gor berketiyên xwe.
Va zanyar Curc
Terabîşî 3 dibêje : ( Pir tewrîvanên netewperest gîhan astekê ji
mendalekirina kêmnetewan ku wana danasîn kirin ku ew kêmnetew ji
çêkirina mêtingeriyê ne, ji ber ku kêmnetewan hebûnek wanî bi xwe nîne,
lê ew di rewşên herî baştir ve tenê derzên dîrokî ne, lê entîke ne divê
carek din têkevin di yaseya helandin, parçekirin û piştre têkelbûnê, ew
tu carî bi çi rewşî ve nabin nîşana cûrebûn û çavkaniya dewlemendiyeke
şaristanî.)
------------
1- Cûzêf Arther Gûbîno: 14 Hizêranê 1816- 13 Çirya pêşin 1882 xanedanekî Ferensî ye, pêşdebirê tewriya serkeftina nijada Arî ye.
2-
Tişarliz Robert Darwîn: zanistvanê dîroka xuristî û ciyolocîk e, li
Engêltrayê 12 Sibatê 1809 jidayik bû, 19.Nîsanê 1882 koça xwe kir.
3- Curc Terabîşî: 1939- 16 Avdarê 2016 , ramanyar,nivîskar, rexnegirekî Sûrî ye.
Wisa
civak hatibû parçekirin û bizdan di jiyana xelkê de weşandin, zorkarî
mîna bergekî giştî diyar bû, desthilata netewî wê mîna rûpêçekî li xwe
kiribû.
Zanyarên Ewrûpî berî xwe dabûn e penda cûrebûnê,
hevdîtina mirovî û pêguhertina rewşenbîrî di navbera netwan de, ji
nirxê mirovê hişmend li hebûnê bi serketibûn, va em zanyarê Ferensî
Kilûd Straws 1 1908- 2009 dibînin tewriya nijadê bi rengekî dij saz
dike û dibîne :
( Cûrebûna çandên mirovî divê bi awayekî bêcan ve
newe berketin, ji ber ku civakên mirovî ne bi tenê ne, dema di asta herî
dûr de ji pileyên cihêbûnê ve dimînin dîsa jî pergalên parçeyan an
koman distînin.)
Berhinde ev piştrastkirineke li ser serkeftina
nirxên ronakbîriyê beranberî lawazbûn û pûçbûna gumanên nijadperestan û
tengiya asoyê wan.
6- Dîtinekê ji awayên sazbûna sitemkariya siyasî veTêkiliyên
mirovî hatin guhertin taku di navbera alîgirtinan de bêne dabeşkirin, û
nirxê xuristî ji peywendiya xuristî ve li pêş hezkirina desthilatî û
têkalîna peyrewan li dor hevdû kêm dibe.
Ev guhertin û dabezîna
di rewşê de amadebûna dirindî li cem mirovê pêşbaz ji bo limêjkeriya
hêrsê piştgîr kir, peywendiyên qezencî dewsa peywendiyên xuristî cihê
xwe girtin û dêmên mirovê diravî pir bûn û ji dema hêsanbûna jiyana wî
ya destpêkê ve zehmetir bibûn, êdî li pey rewşeke li ser sertiyê ve
cîgir e dikeve û wê bişanhildan dike, ta bibe mîna eynikekê jêre an
pîvanekê ji têgihiştina başbûnê ve û çûna bi dû wê ve.
Dirinde li
vir serwer e û li ser vînan serdest e, ew wan bi dîmenên hêz û
şehnaziyê ve dinixûmîne, taku bedewbûn, xweşikbûn û ciwanî bibe dîmeneke
nerm ji dirindiya jiyana nûjen re ê gelek mirov xwe pê girêdidin bi
bihaneya nûjenkirina jiyan û nirxan ve.
Ev yeka berzbûnekê saz
kiribû bi aliyê harbûnê ve ji pêşbirk û zorengê de û herwiha ji
malgirtinê re, berhinde komkirina girtiyan di zîndanê de û pêşwazîkirina
wan bi rêya afirandina cûreyekê ji azarkirinê ve bi sernavê ahenga
pêşwazîkirinê (girtîgeha Tedmur1) dibe yek ji ferehkirina pêşesazîkirina
dirindî ve.
-----------
1- Zîndana Tedmur: zîndaneke leşgerî bû
nêzî bajarê Tedmurê a çolî dikeve li rex kavilên wêna yên navdar piştî
200 Kîlometran bakûrê rojhilata paytexta sûrî Şam, di sala 1966 de
hatibû vekirin, di bîngeha xwe de ji bo leşgeran hatibû çêkirin di bin
rêveberiya asaîşa leşgerî de ye, navê zîndanê bi navnokitinê ve girêdayî
ye, di sala 2001 rêxistina lêborîna navdewletî raporekê belav kiribû wê
zîndanê pesindan kir ku (hatiye çêkirin ji bo mezintirîn zorbazî, tirs û
derd di dermafê girtiyan de pêkwere.)
Guhertina mirov ta bibe
jîndarekî tevlîhev di kar û kiryarê xwe de, şîn û işk hildikşîne, dibe
wêranker, bi rêya azarkirina wî ji rêya dergeha zorbazî û tolhildanê
re, ji ber diyardeya girtiyê siyasî di xuristiya xwe de derbirîneke li
ser pêşesazîkirina dirindiyê, girskirina bizdanê di jiyana takekesan de
wana berve dawiya wan dibir.
Azarkirin hat e bikaranîn bi gumana
gera li rastiyê û naskirina gunehkar di kevin de, li Yonanistanê û di
dema Islamê de û berî wêna, herwiha di serdemên navîn de, mîna destikekê
ji parastina keşeya katolîkî ve hatibû bikaranîn, li gel wê di salên
şêstan de ji çerxa buhirtî ve zanistvanê deronî Stanlî Mîlgram 1
ezmûnekê li zangoya Yayil pêkanîbû ji bo têgihiştina pêvajoyên Holûkustê
ên leşgerên Nazî li cenga cîhanî a duyem pêkanîbûn û zanistê deronî a
Emrêkî Filîb Zimbardo 2 ezmûnekê di zîndana Stanfordê pêkanîbû û gîhabû
encamekê ku kesên azariyê pêktînin divê pabendî fermanan bibin ji ber
ew baş bawer in bi ricîmekî bîrdozî cihekî xwe yê civakî û sazmanî girtî
ye û mirov di sirûştiya xwe de bi awayekî suriştî ve fêrî derdora
civakî a ku têde dijî dibe û armanca ricîma Baes a serkotker ew
sînordarkirina afrêner û ramanyaran û radestbûna wan bi sedema azarkirin
û sixêfan ve yê rastî wana dihatin, ji ber vê yekê terora dewletî li
ser çi teroreke dijî wê zêdetir dibe û bi kirêtî cihê xwe di dîmenê
dîrokê de distîne, ji bo ku desthilat xwe ji roxandinê ve rizgar bike
sertiya bê sînor pêktîne, pêşesazîkirina terora dewlet, partî, komên
biçûk,Komelêyên nepenî, Mafiya û malbatê ew li ser xwe parve dikin, li
gel wê teror ji ramanekê ve ku di henas de bi lez ve tê mezinkirin
destpê dike, ta bibe binemayek an zagonekî.
Rastiya ev yekîtiya
dîrokî di navbera mêrê ol û desthilatê de gelek derdên dirindî bi xwe re
derxistin, tirsê piştrast kiribû wekî dibistan û zanistê çêkirina mirov
bi herdû şaxên wî ve a oldar û pir tirsok ji fermandar ve, ev yeka rê
dûz kiribû li pêş berzbûna ricîmên bi hêz û serkêş gelek pispor in ji
eyarkirina kelejana cemaweran ve, stonên çandeke gelemper û olî binyad
kiribû taybetmendiyên xwe ji efsanîbûn û rewrewkan ve distîne, ên bibûn
rêbaza jiyana rahênanî a li ser şagirtan ji zaroktiya wana ve hatibûye
sepandin, ev bijardeyên xort dehfdabû ta bi çi tiştê vala biramin ji
bilî mijarên guhertin û demukratîkbûna naverokî .
-----------
1. Stanlî Mîlgram: (15.08.1933-20.12.1984) zanistvanekî deronî civakî Emrêkî ye, gotar û xwendinên cûrbecûr pêşkêş kirin.
2.
Filîb Zimbardo: rojbûn 23.03.1933 li Niyûyûrkê Emerêka, zanistvanekî
deronî ye û mamoste ye li zanîngeha Stanfordê, di sala 1971 de navdar bû
bi rêya pêşkêşkirina wî ji ezmûna zîndana Stanfordê a navdar , gelek
pirtûk û gotar di warê zanista deronî nivîsandibû.
Bê guman
ku avakirina nimûneya zanyarî li cem takekes di bin siha vê rewşê de
pêdiviya xwe bi berzbûna navendên ronakbîrî mezin heye bi cemaweran re
têkeve dan û standinê bi rêya wêje, raman û hunerê ve, pêdiviya vê yekê
bi saziyên xurt ve heye gotûbêjên xwe ligel desthilata siyasî kûritr
bike û ji bo pêşesazîkirina biryar û çêja giştî beşdar bibe, bê vê yekê
şoreşa zanyarî pêknaye, ew şoreş aştyane ye ne sert e û di sirûştiya xwe
de gendeliyê napejirîne.
Desthilata siyasî rewşeke qayim e di
xuristiya xwe de, lê hişmendiya desthilatî mirov dikare kêmtir bike bi
rengekî ramanî ve bi rêya vekirina derfetan ve ji hemî zanyaran re ji bo
têkel bibin di bîngeha wî de ji jor ve ta binî.
Ev yeka dibe
kelem li pêş diyarbûna dirindîbûnê , em wêna bi berdêla bi sûd ve binav
dikin, berhinde hişmendiya gelemper naye şikestin tenê hêdî hêdî û bi
rêya ramandina bi geşepêdana hişmendiya afrênerî ve li cem takekes
kêmtir dibe , taku bi rê û hunerên rêvebirinê ji zaroktiyê ve huste bin,
ramandin ji derveyî bişanhildan û guhdana desthilatiyê bûye tiştekî
zehmet, berhinde hişmendiya afrênerî li cem zanyarê jin û mêr mijol e bi
rêyên rizgarkirinê ve ji kulbûnên desthilatî û derzên wêna li ser hizr
ve, jihevekirineke diyar ji aloziya ramandina toj ve nîne, ê ku mirovê
bi tenê wêna jiyan dike di dan û standinê bi pirsên xwe re û sînorkirina
derbasbûna wê di hundir de ta nebe pişt re sedemekî xuristî ji rikberî û
raperînê re, berhinde reşbînî û dilzariyê nûnertiya riwê giştî ji
jiyanê re dikin, di çarçoveya wê de windabûna mirovê rojhilatnavînî di
nava windabûnê de encam dide û radestbûna wî pişt re ji qamebûneke
ramanî re pasfinde ji tembelbûneke giyanî û hizrî tê nayê derbaskirin
tenê bi zehmetiyekê ve, bê guman ku wêje û huner bi pêvajoya lihevketina
desthilatî ve bandor dibe, li vir em dikarin bibêjin ku zanyar dûrî
destwerdanên desthilatan û fişarên wana radiwestin û ji dîmenê ve bi
giştî ve dûrnakevin, tenê bi awayekî ve dîtinên wanî bê alî xira nake bi
aliyê geşepêdana ramanên nû ve ger bi desthilatê ve civiya an li hember
wê sekinî.
Ma gelo em dikarin têgehên desthilatê ji nehestbûna komî ve jêbibin?!
Tenê
bi derketina rêveberiyeke nû ve?!, ma derketina tewrîkirineke bîrdozî
kêşeyê çareser dike ta bibe berdêrekê ji desthilatiya berê re!? ,an ew
desthilatiya nû divê hinek reftarên wê desthilatiya berê bihêle ji ber
ku henas fêrî cûreyekî ji fermandariyê bû ye, nikare bi hêsanî jê
veqete, tenê piştî salên ji perwerdekirin û rahênanê?!
Xalek
din heye diyar e û girêdayî ye bi rêyên naskirina pêşerojê ve ji bo
derketina dirindîbûnê ( Şoreş) , ji ber ku Foltêr 1 berî mirina xwe 1787
behsa şoreşekê dikir dema got:
(Xort wê rewşa wan şadtir be ji ber wê tiştên ciwan bibînin, Ferensî timî dereng tên, lê ew di dawiyê de tên.)
li
gel wê di reweşta desthilatê de hinek zanyarî hene rê jêre vedikin ji
bo zêde serdestbûnê li ser xelkê pêkbînin û li rexê din zanyarî hene
xelkê bêhtir şiyardikin bi girsbûna bobelat û felaketên ku li ser wan
dimeşin pişt re tevdigerin taku hewil bidin mafên xwe bistînin, berhinde
em paşketina ragihandinê dibînin ta pileyekê qedexebûna Setelaytê li
Sûrî di dema serokê berê Hafiz Elesed de ta sala 1995 û li hin deveran
de mîna Koriyaya bakûr û Îranê ta dema niha, herwiha destikên peywendiya
civakî mîna Fecebook û Youtubê li Sûrî berî 2011 hîn qedexebûn, tevî ku
niha bê bend e lê di bin çavdêriyeke dijwar de ye herwiha li Tirkî
hinek dewletên Islamî, li gel wê jiyana takekes li ser Intirnêtê
rikberiyeke ji desthilatiya totelîter re a netewî û olî.
Cenga
desthilatan li hember rewaniyîbûna gellan û hewildanên wana ê têkçûyî di
avakirina tiştê ku tê hilweşandin, hemî stonên cîgirbûn û ewlehiyê
têkbiribû, tofên berketî ji dijwariya rewşê ve ,ew ku hîştibûn berve
bijareyên bê dunde û westiyayê biçin, an berxwedanî an bazdan ango
derketina bi zorê ve, bi vî rengî ve valahî di nav cemaweran û ricîma
siyasî de kurtir dibe a bi awayê xwe ve destê xwe li ser meydanên
jiyanê datîne û rêbaza hingeme û bizdanê di navbera tofên portbûyî bi
ewlehî û tebata wê ya deronî ve, ji ber ku cîhana qamebûyî ew armanceke
ji ramana serkotbûna berpêşbûyî ve, afirandina jiyaneke nivyayî bê can
ji armancên hişmendiya totelîter e, berhinde helweşîna naverokên xelkê a
hatinrêzî nûnertiya alava berdewamiya desthilatê dike û gerentiyê dide
cîgirbûna wê, dewleta Baes gewdehên xwe yên bi jehr di nav civakê de
çandibû, rêbazên xwe di hişmendiya zarokan de çandibû, bi vî rengî ên bi
salan ve li ser pirupûgendeya Baes û ramanê wê ya bêgur xwedî bûn e wê
nikaribin şoreşekê li hember wê birêve bibin, (Riyad Hicab 1) (Rifet
Elesed 2) (Ebdulhelîm Xeddam 3) (Esed Elzûbî 4) û ji bilî wan wek
nimûne.
----------------
1. Riyad Ferîd Hijab: rojbûn Dêrezzor
1966, endezyar û siyasetvanekî Sûrî ye,serokê wezîran bû li Sûrî,
herwiha wezîrê çandiniyê bû.
2. Rifet Elî Silêman Elesed: rojbûn 22.08.1937, cîgirê serokê komara Sûrî a berê bû, birayê serokê Sûrî bû.
3. Ebdulhelîm Xeddam: 15.09.1932- 31.03.2020 yek ji navdartirîn hevalên serokê Sûrî a berê bû.
4.
Esed Ezzûbî: rojbûn 1956, ragir û firokvan bû tevlî Ekadîmiya hêzên
ezmanî bû di sala 1974 de li Sûrî û di sala 1977 de jê derket.
Lê
berî vê yekê divê pêşî ji bêguriya netewî rizgar bibin û nirxên
sivîlbûna nûjen vexwin, ev yeka li ser wan pêdivî dike ku hewayên xweşî û
pirjimariya nijadî û olî biafirînin, ev yeka nema şiyan e di bin siha
vê awanteyê de a her tiştî tarûmar kiribû û cîgeheke xuristî ji çete û
teroristan re afirandibû ,ên ji her alî ve kom bibûn taku ramanên Islama
siyasî a pûç belav bikin (hevgirtina Sûrî û baskên wêna yê leşgerî)
dewsa desthilata Baesa fermandar, ji ber desthilatiya Baesî hemî
jêhatiyên azarkirinê wergirtibûn ji têkbirina şoreşa girtiyê siyasî ve û
hewildanên wê ji guhertinê re , hemî van destikan ji wê xêza dîrokî ji
serkotkirina ricîmên siyasî ji cemaweran re wergirtibû, û serdestkirina
li ser coş û sewdaya wê, nêzikbûna desthilata milhûr ji mirandina
jiyanê ve di çêja cemaweran de li ser dostaniya xwe bi dîroka dirindî re
derbirîn dike ta astekî pir metirsîdar, dema aliyekî girêdayî bi dîroka
kevin ve vejîn dike , ji xwedawendîkirina serok û avakirina peykeran
jêre li kolan û holên giştî, hijmara wêne û gotinên ku li ser dîwaran
nivîsandî wê serok neke nîşaneke ronakbîrî lê lekeyeke reş di dîroka
mirovahiyê de, li gel wê ew milhûriya hizrî a ku rojane tê pêkanîn
dihêle bawerî di navbera bîrawerî û hişmendiyan zehmet be bi sedema
tirsê ve, ji ber ti pêwîstî nîne ku takekes bi amadebûna serok birame ji
ber ku serok nûner e li ser huner, raman û bedewbûnê.
Perwerdekirina
şerûdiyên dijminane û xwarinkirina wan bi ufkufî û diljêçûnê ve ji
kiryarê desthilatên totelîter in, dema ramandina rexnî dibirrin ji
berjewendiya radestbûnê ve ji resenî û bilindbûna serokê xêvzana re,
taku çi şitilekî şîn hişk bike, ji ber ku zorbazî timî tevgerê lixwedike
û beranberî wî jî zorbaziyeke dij derikeve,tundî bi her tiştî ve
girêdayî dibe, yek ji balatirîn rengên wê ew yaseya tivîkirî, berhinde
yase bi sertiya xwe ve tête naskirin û bi pêdivîbûna hêzekê wê sepa bike
û kesên ku wêna binpê dikin jî siza dibin, saw bi xuristiya peywendiyê
ve di navbera takekesan û ricîma a ku saziyan birêve dibe de tevderbas
dibe li kêlek jihevketina cemaweran a giyanî yê koman dehfdabû berve
hingemeyê.
Berhinde rewşa Kurdistanî di bin siha ricîmên ên
Kurdistanê dagir dikin de cihê matmayîbûn û serybûnê ye, li gel wê
serkotkirin rêxistinên dijber birêvebiribû taku ji xewina avakirina
sabarekî azad û serbixwe dakevin ta xwesteka erêkirina axaftinê bi
zimanê dayikê ve an sivikbûna tenahiya xwediyên nerînê, ev hemî bi
encamê kevirbûna wê desthilatiya rêxistinî ve û pêrewiya wê ji ricîmên
herêmî re, j