Nîma peyveke hevbend e, bendê yekê nî û bendê duyê ma helbet herdu bend hatine kurt kirin ji lewre em ê koka herdu bêjeyên xwerû derxin û wateya wan rave bikin hingê wateya bêjeya hevbend Nîma dê bixwe eþkere bibe.
1-
nî: koka wê yek ji van bêjeyên hemwate ye “nîv, nîw, nîm” her sê bêje kurdî ne, her yek ji wan di þêwezarekî (zaravayekî) de tê bi kar anîn.
Nîv di kurmanciya bakur de tê bi kar anîn (nîvê 10''''''''an 5'''''''' in),
nîw jî di kurmanciya baþûr (soranî) de tê bi kar anîn, lê
nîm di di þêwezarê hewramî (Goranî) û kirdkî (zaza) de tê bi kar anîn û ew bi zimanê kurdî yê kevin e, û her wiha ew bi farisî ye.
2- ma: koka wê yek ji van bêjeyên hemwate ye “mah, meh, mang” her sê bêje kurdî ne, û her wiha her yek ji wan di þêwezarekî de tê bi kar anîn, bêjeyeke dî heye wateya wan dide ew jî “heyv” e, an jî “hêv, hîv” helbet ev kom bêje du wateyan didin, yek: heyva li asîmanan ya ku li dor erdê digere. Du: heyv (hokerê demê) anku demek ji salê (mînak meha adarê). Helbet wateya duyê ji wateya yekê hatiye anku ji heyva li asîmanan çunkî di dîrokê de dema Someriyan salname afirand serete bi riya heyvê roj hejmartin û paþê derdora sala 1200 B. Z. Babilyonan salnameya rojî afirandin.
Em dizanin her mehek heyvî 28 roj in, ew bi derketina heyvê re tên hejmartin di destpêka mehê de heyv tenik û zirav e, û her roj mezin dibe ta roja 14''''''''an bi þevê ew sergihayî gulover dibe, helbet ew roj nîvê mehê ye (14/28) anku Nîma, heyva çardeh-þevî, ne çardeh-rojî çimkî heyv bi þevê xuya dibe. Wisa ji me re wateya Nîma dixuye lê teþeyê peyvê wek me da xuyan kurt bûye:
nîm+mah= nîmmah = Nîma
nîv +mah= nîvmah = Nîma
nîw+mah= nîwma = Nîma
li vir em ê xuya bikin ku mebest ji navê Nîma, dema heyv topik û gulover be anku heyva çardeh-þevî ji lewre gelek caran kurmanc xweþî û ciwaniya rûyê keçan bi heyva çardeh-þevî dinimînin, lê eger em bibêjin nîvê heyvê bîra mirov diçe ser heyvê dema þêweyê wê nîv gulover be, lê bixwe mebest nîvê rojên heyvê ye anku dema heyv topik û gulover be. Di zimanê erebî de jî bêjeya (bedir) bi wateya Nîma ye, her wiha di her zimanekî de bêjeyek bi vê wateyê heye.
Bêjeyeke dîtir heye di þêwezarê kurmancî nahê bi kar anîn, ew jî Nûma ye. Dema heyv di destpêka mehê de be anku dema ew tenik û zirav be, jê re Nûma tê gotin Nûma anku meha nû, di sereteya meha nû de heyv tenik û zirav e, di zimanê erebî de jî bêjeya (Hîlal) bi wateya Nûma ye.
Ji bilî van wateyan, heyv gelek wateyên dîtir dide, heyv þeva reþ ronî dike roniya xwe dide erdê, girîngiya heyvê li pê rojê hatiye her wiha di gelek olên kevin de ew pîroz bûye, di hinan de jî wek xwedawendekê cî girtiye, her wiha bi dirêjiya dîrokê mirov hezkirina xwe ji þêwe û ronahiya heyvê re derbiriye, û mirovan heyva asîmanan wek navek nêvnas li zarokê xwe kirine û gelek nav dîtir jê çêkirine wek: hêvîn, hêvron, hêva,…
Ev hewldana me bo em bêjeyek nû li ferhenga kurdî kom bikin, û zimanê xwe dewlemend û zengîn bikin, zimanê me bi sed salan e, ku bê xwedî ye ji lewre ji hemû layan jê re kar û xebat divê û nemaze ji hêla ferhengî ve. Me bi vî karî xwest ku dilopekê li derya ziman zêde bikin, em bi hêvî ne ku mebesta me bi cî hatibe.