Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



Welatê me:

Di vê mijarê de lê bigere:   
[ Here Serûpelê | Mijareke Nû Hilbijêre ]

Nûçe: Serok Barzanî pêþwaziya Desteya Serokayetiya Encûmena Niþtimaniya Kurd li Sûriye (ENKS) kir


Roja sêþema 07.05.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêþwaziya Desteya Serokayetiya Encûmena Niþtimaniya Kurd li Sûriye (ENKS) kir.
Li hevdîtinê de rewþ û merc û pêþhatên dawî yên siyasî li Sûriye û navçeyê hate guftûgo kirin û her wiha ronahî xistin li ser rewþ û debara welatiyên Kurd û asteng û giriftên li ber aliyên siyasî û welatiyên Kurd li Sûriye kir.
Paþeroja Kurd li Sûriye û hevkêþeyên siyasî û navdewletiyên bandore li ser rewþa Sûriye mijareke dine vê civînê bûn.

Bixwîne... Nûçe

Helbest u pexþan: Ji temenê Kulîlkan.



Mizgîn Hesko

Ji temenê kulîlkan
Hîn jî spêdeyek
Rê û rêwan
Hîn jî avrêl in...!

Çend bîstikên din
Û di xirecira bihara navîn de
Tiliyên keskesorê
Perwane vêdixînim...!

Dem û dewr
Hîn jî elind e
Pêkên...
Ku hogirî dilê siruþtê bûne
Û tevî têlên rêsayî
          Û pencên êþê
Bifirê dixînim...!

Bixwîne... Helbest u pexþan

Gotar: Festivala Semayê li Duhokê, Yekemîn Þahiya Kurdistaniya ye, Piþtî Cenga Çaldêranê/ 1514


Konê Reþ
 
  Piþtî ku Dr. Lezgîn Çalî ez agahdarî Festîvala Semayê li Duhokê kirim bi çend rojan, birêz Mihemedê Necmedînî ji komîta festîvalê ev daxwazname bo min rê kir:
  (Silav û rêz, mamosteyê rêzdar Konê Reþ (Selman Osman Abdo)!
 Hîvîdarim di xêr û xweþîyê da bin. Ez Mihemedê Necmedînî, ji rêkxistîya Semayê ya Kurdistanê bi we re me. Rêkxistîya Semayê a Kurdistanê, rêkxistîyeke nehukmetîye li Herêma Kurdistanê, ji bo vejandina ferhanga kurdî hatîye diristkirin. Ew çalakîyên ferhengî li dardixe.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Kurdistan…. bûkxatûna rojnamegeriya kurdî


Ebdilbaqî Elî

Wek berhem ȗ semyanê çend sal xebat ȗ tekoșîn bȗk xatȗna Berdirxaniyan bi xemlek botanî ,bi dêmên qeșeng ,riwê beșȗș ȗ devliken serî hildide ,pencere belê dergehên kurdayetiyê li çar kinar ȗ seranserê kurdistanê vedike ,bayê hînik yê buhara zozanê cizîrê li her kurdekî kurdperwer di weșîne.
Ava zelal ȗ qerisî di germiya havîna bendewariyê de bi gewdê kurdên tiyê azadiyê de berdide.
Mîrê cizîra botan Miqdad Midhet Bedirxan pișî çend hewlên nebiserketî ,yên ku di riya çand ȗ rojnamegeriya kurdî de șikerst anî neçar ma ku hewlên xwe veguhêze cihekî dî ,ew hewldan li bajarê Qahîra paytextê misrê berhem aniye ȗ berî sed ȗ bîst ȗ șeș salan weke îro di sala 1898 an de bingeha rojnamegeriya kurdî damezirandiye.

Bixwîne... Gotar

Nûçe: Spasî û pesin ji Malbata Cegerxwîn


Bi navê xwe, wek keça helbestvanê kurd (Cegerxwîn). Ez li ser navê malbat, nevî û neviyên wî ji dil û can spasiyên xwe pêþkêþî kurdperweran dikim. Keç û lawên gelê me yê Kurd, li welat, li parçeyên Kurdistanê û li Derveyî Welat, yên ku wek yek Destî li pêþberî heqaretên bi qestî yên li dijî helbestvanê Kurd Cegerxwîn rawestiyan, ku tevahiya jiyana xwe ji bo doza netewa xwe û gelê xwe di bin nîrê koçberiyê û sirgûnê de ma û li derveyî welatê xwe rawestiya.
Ji ber vê yekê me hest bi wê yekê kir ku malbata me mezin e, ji ber ku hemû mirovên birûmet ên gelê me xwiþk û bira ne. Tiþtê ku me êþand, tiþta ku hat serê me û yek ji sembolên tekoþîna Kurd û tekoþîna Kurdewarî bû berteka ku ev hemû bersivek bû ji bo kesên ku dixwestin yek ji tavên me yên Kurdî bixin û hewla vemirandinê bidin. Ev yek ji bo wan ne mimkûn e, ji ber ku gelê me yê Kurd dizane ku kî ye sedemên paþverûtiya wan û kî ne yên ku hebûn, rûmet û serbilindiya wî diparêzin.

Bixwîne... Nûçe

Gotar: Mîr Dr. Kamîran Bedirxan û 81 Saliya Rojnameya Roja Nû


Konê Reþ

Îro (3)ê gulana 2024an, 81 sal de di ser weþan û belavkirina rojnameya (Roja Nû) re derbas dibe, bi min xweþ e ku ez vê rojnameyê bi xwendevanan bidim naskirin.
Roja Nû, rojnameyeke hefteyî ya siyasî bû; xwedî û berpirsiyarê wê Mîr Dr. Kamîran Alî Bedrxan bû. Cih û warê çapa wê wek ku li ser hatiye nivîsandin: Libnan - Beyrût bû. Ev rojname berî 81 salan di roja (3)ê gulana 1943an de li Beyrûtê hatiye weþandin, 81 hejmar jê hatine çapkirin, hejmara dawî (81), di 27ê gulana 1946an de hatiye çap û belavkirin.

Bixwîne... Gotar

Helbest u pexþan: Vînos


Gurgan Elhac
 
Xewne ev yan ez þiyar im?! 
Çûye  payiz  hat  bihar im
Nav  binefþ û bin nizar im
Nav  bihiþtek  av û dar im
 
Nav    gulîstan  û  parêz im
Nirgiza  min li   hembêz im
Li ber bejnek xeml û xêz im
Li ber mêrg û dêm hinar im

Bixwîne... Helbest u pexþan

werger: Ji rêzimanê



Ulrike Draesner/ Ulrîkê Drêzner
Wergerandin ji Elmanî: Tengezar Marînî

Mîna ronahiyê
Kelehên di derzên þkeftan de
ronahî diherike nav þaneyan
Lê, tu li kû?
Derya têra xwe bi humûgum e.

Bixwîne... werger

Gotar: Rexnelêgirtin û wêjenasî.


Mizgîn Hesko

Bêguman, ne rexnevan im ku bikaribim buhayê vê mijarê bidim, giraniyê bidim hin despilîn û têgihên wê. Ango wiha bi rêk û pêk, wê vekolin û wiha jî bi çavdêrî û li gor hin pîvanên rexenya wêjeyî pê de kûr û dûr biçim.
Bi her halî û di wêjenasiyê û zanista hunerî de, rexnekirin, rexnelêgirtin û bi min û dubare li vir jî li qelem didim, ew tête bi wateya xwe a herî xweþ: nirxandina wêjeyî.

Nirxandina wêjeyî...?! Bi wateya tewîlkirin, jihevxistin û hevaxaftin û hwd. Wiha jî û proseya gumanê/ texmînkirinê/  xwedan deriyekî vekirî ye û qet bi dawî nabe.

Bixwîne... Gotar

Helbest u pexþan: Di nav xalan de



Brahîm Mehmûd

Silava sibêde
Dikeve êvarê
Êvar di xew re diçe
Bang li xwe dixîne

Dest kete xeyalekî
Aso lêhate girtin
Qûnax lihevket
Dil kêferatkir

Bixwîne... Helbest u pexþan

Helbest u pexþan: EFRÎNA RENGÎN Û XEMGÎN



Rûxweþê Zîvar

Efrîn dengê perzer û bilbila ye
Bîna binefþ û nêrgiz û gula ye
Bax û buhiþt û bihara dila ye
Derman û melhema derd û kula ye
*********
Efrîn Kawayê leheng û Newroz e
Xwedî nirxên dewlemend û pîroz e
Bayê xweþ û zîz û pak û bê toz e
Vîn û jîna keç û xortên dilsoz e

Bixwîne... Helbest u pexþan

Gotar: Ziman bi hizrê, felsefê û helbestê bi hêz û seqa dibe.


Tengezar Marîni

Felsefe çi dide û çi dike?
Pirsek ji wan pirsên mezin ên felsefê ew e: Felsefe mirov bextewar dike?
Her ji destpêkê ve, ev guman hebû, ku pêdiviya mirov î bi felsefê tune ye û felsefe bêsûd û beyhûde ye, lê baweriya kesên xwedan hizir dibêjin: Pir sûdeya felsefê heye. Eger em hinekî li wan kêþeyên em di jiyanê pê re rûbirû dibin. Pir kêþ û alozî di bingeha xwe de felsefî ne û bê felsefê çareser nabin. Lê ev xal pir nezelal e û sedem jî ew e, ku kêþeyên felsefî mîna zanistê an teknolojiyê ye, lê ew jî dikare çareser bibe.

Bixwîne... Gotar

Nûçe: Ahenga imzekirina romana (Zabêl Ez Ermenî Me)


Dostên hêja:
Yekemîn ahenga navîþkkirina pirtûka min (Zabêl Ez Ermenî Me!) dê li bajarê Bad Fallingbostel lidar bikeve, ya/ê ko bixwaze amade bibe, bi hatina we ez ê pir kêfxweþ bibim.

Li navenda Yekîtiya (Mala) Êzdiyên Heidekreis
Oerbker Berg 6,
29683 Bad Fallingbostel

Bixwîne... Nûçe

Gotar: Çirûskin Ji Ramanên Osman Sebrî


Rûxweþê Zîvar

Eger em hiþê kurdî di dîroka kevn û nû de têxin bin hûrbîneke çavgeþ, emê bibînin ku ``Osman Sebrî`` ne tenê xebatkarekî mêrax û torevanekî dilêr bû, lêbelê, ew ramangîrekî sebirxwe û azaser bû jî û yên wek wî di warê ramanê de bi wêrekî nivîsandine di dîroka me de pir hindikin.
Vaye dema ku piran ji me, ger em nebêjin me tevan, hiþên xwe li pirêzên xelkê bê pirs û guman diçêrandin û yê tevî jîr ji me, þerê kolegîriya kesan dikir, hîngê, erê hîngê di wê rewþa kambax û tarî de, Osman Sebrî ne tenê bi xurtî þerê kolegîriya ji kesan re dikir,lêbelê, wî bê dudilî þerê kolegîriya ji ramanan re jî dikir, digot``raste, dema kolîdar ji welatê me bi derkevin, welat serxwe dibe, lê kurd aza nabin, azadiya gelekî bi xelasbûna wî ji kolegîriya ramanên biyanî  ye``.

Bixwîne... Gotar

Helbest u pexþan: Ha ez ev im



Brahîm Mehmûd

Dema ji te re dibêjim
Ku ez hejtedikim
Wate ew e ku tu
temenekî   ciwanî
ku ez temenekî derbasbûyî  me
ku di navbera me de
temenekî dirêj hey

Bixwîne... Helbest u pexþan

Helbest u pexþan: Behar Qutbû



Gurgan Elhac

Xeber hatin ji Wana min
Behar qutbû j jiyana min
Ateþ werbû giyana min
Nema êdî tê cana min

Bixwîne... Helbest u pexþan

Helbest u pexþan: Perî



Alan Hemo

III

Ku qala te tê kirin
Nizanim çima ji xwe re dibêjim:
Gereke ez li dor xwe binêrim
Herî tirs ji bîra min çû ye
Mejiyê min kar nake ku bitirsim
Tirs karê mejîye!

Bixwîne... Helbest u pexþan

Helbest u pexþan: Têkçûn


Brahîm Mehmûd

Ji  roja te ji min re gotiye:
Ez ji te re welatekim
Xew neketiye çavên min
Þev û  roj bûne yek
Min tiþtên nemayî dîtin
Dergehên sînorê te yên bê nav
Ji yên bi nav pirtir in
Kesên derbas dibin ro nîv ro  
Nayên rawestandin

Bixwîne... Helbest u pexþan

Helbest u pexþan: Mirin e



Ezîz Xemcivîn
 
Mirin e,
an jî xewn e,
ez nizanim!
Man e,
an jî neman e,
ez wê jî nizanim!
Çira ye,
bi hilmekê kêferatê dike,
bi hilmekê hiþ divemirîne!

Bixwîne... Helbest u pexþan

Helbest u pexþan: Ramîsanek


Brahîm Mehmûd

Çi du dilan dighîne hev?
Ramîsanek
Çi du dilan ji hev dûr dixe?
Ramîsanek
Çi jiyanê bi rê dike?
Ramîsanek
Çi karê rojane bi ber dike?
Ramîsanek

Bixwîne... Helbest u pexþan

Helbest u pexþan: PEYALA ELENDÊ



Xemgîn Remo

Ez ne poþmanim
Ku min rîsê dilîniya
Bi teþiya evîna te diristin
Û mirîdê du çavên te bûm
Ey þêxa vînê .....
Di cîhanek mijokî de
Hevendekî gandêre
Di kûr geliyên bi saw de
Þopdar û bîndarê miska te bûm
Te jî bi tîrên xwe
Her xwîn dirjand ji birînê ...

Bixwîne... Helbest u pexþan

belavokên partiyan: DIL KELKILÎ



Ehmed Tahir

Li ber çava,li her derî
Di eþqa yarê,min xwe dî
Pir xuya ye yar ji sedî
Bi tosina ji xwe fedî
Pir xweþikin lêv û zenî
Þewqê veda dema kenî
Min got tiwî naz rewþenî
Got belê raste ezbenî

Bixwîne... belavokên partiyan

Helbest u pexþan: Evîna Payîzî



Inge Dreyer/Îngê Direyer
Wergerandin ji Elmanî: Tengezar Marînî


Ewr giran in
Li daristan û ser rêyan.
Gul û belge
Li ser baranê digirîn
Cîîhan xemê dikișîne
Belê hemî bextewerî
reviyan
û bi hev re di nava min de —
der bû
Hinavê min
bi germahiya te
hate dagirtin?
Her tișt baș e.
Ez li nik te me.

Bixwîne... Helbest u pexþan

Nûçe: Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) dest bi xebatên xwe yên hilbijartina Parlamentoya Ewropayê dike û partiyên din ên Elman li dijî wê dibin yek.


(Donaueschingen – Welatê me) Îro Þemiyê 27.04.2024 partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) ji bajarê Donaueschingen li baþûrê Almanyayê dest bi kampanya xwe ya hilbijartinên Parlementoya Ewropayê kir û li wir jî merasîmek axaftinê bi amadebûna seroka partiyê, Alice Weidel, û hejmarek ji serkirdeyên partiyê, di nav tedbîrên tund ên ewlehiyê yên rayedarên almanî de. Di heman demê de, partiyên din ên Alman, çi desthilatdar û çi jî opozîsyon, li kêleka salona ku merasîm lê hat lidarxistin, bi sedan kes beþdarî bilindkirina pankartan û dirûþmeyên rexnekirina siyasetên AfD û ramanên rastgir ên tundrew, çalakiyek protestoyî li dar xistin.

Bixwîne... Nûçe

Helbest u pexþan: Dûr



Brahîm Mehmûd

Dûrî min bikev daku hez te bikim
Daku bêriya te bikim
Daku te berdim xeyala xwe
Daku bizanibim ku kî ye

Bixwîne... Helbest u pexþan

werger: Romantîka“ Rheine“ û mîtosa ( Afsaneya) çemê Rheine ê navîn.



*Wergrandin ji Almanî: Mizgîn Hesko.

Derazînkek ber bi beþên wergerandî û hin dîtinên taybet / Ji aliyê Mizgîn Hesko /.

Bêguman, rola mîtos û avsaneyan di wêjeya miletan de, pir bi hêz û balkêþ e. Ew yekek ji mîrateyên mirovan ên bingehîn in û bi derbasbûna demê re û di pêvajoya dîroka mirovaniyê de, ew ji devekî ta devekî din û ji nifþekî û ta bi nifþên din, bi riya ezberkirnê hatin parastin. Li hin kavilên wêran û jibermayên þaristaniya miletên kevnar jî û wekû dastana Gulgamiþ, hin beþên nivîskî jê hatin dîtin û tevî hezarên salan, wan tabloyên nivîskî, dikarîbûn pir agahiyan rabigihînin.

Bixwîne... werger

Helbest u pexþan: Hîn di rê de.



Mizgîn Hesko

*Ji bo bîranîna komkojiya Ermeniyan.

Wê gavê...
Perên pelatînkan
Di paþila mijê de!

Ji janê û ta destên janê
Mijê...
Tevnên bêdengiyê ristibûn...?!

Bixwîne... Helbest u pexþan

Gotar: Roja rojnamegeriya Kurdî li hemû pênûsên Kurdî Pîroz be ! 22.Nîsan 1898-2024


Dr.Phil.Ebdilmecît Þêxo

Xwendevanên welatparêz!Bi bûneya cejna rojnamegeriya Kurdî ez dixwazim we hemûyan pîroz bikim û gelek silavên niþtimanî ji we û ji hemû desteyên rojname,kovar û dezgehên ragîhandinê  re ji (Çiyayê Kurmênc)û ji nav zeviyên  darên zêtunê ji we re biþînim û herweha jî ez  hezdikim bi dilekî geþ û bi wireyên bilind wêneya mamosteyê me yê her mezin,damezrênerê rojnama(KURDISTAN) Mîr Miqdad Medehet Bedirxan û rûpela yekê  ji hejmara yekê û rûpela yekê  ji hejmara dawiyê  ji rojnamê wek rêzgirtin  ji bîranîna vê cejna pîroz re li vir biweþînim.  

Bixwîne... Gotar

Helbest u pexþan: Weke hev ne weke hev



Brahîm Mehmûd

Gula darê   ji bo min ne kuleke
Dar kula mine
Lê dema ki gul rû geþ dibe
Dizanim ku dar li ser xwe ye
Geþbîn dibim

Rûbar li ber min dibawiþke
ji xwe piþt raste
ku avrêjiya  wî misogere
dikeve xweneke þêrîn
di himêza dada kaniyê de

Bixwîne... Helbest u pexþan

Helbest u pexþan: KESERÊN BUHARÊ



Þêrîn Sado. Parîs

Dema siruþt bi hatina
Bûhara nû ve
Girnijî
Kirasekî gulgulî
Li bejna bilind
Hejî
Xuncên þahiyê
Di damarên dil de
Vejiyan
Û ji gulþana
Hest û nestan

Bixwîne... Helbest u pexþan

X

Helbest